23 Kasım 2016 Çarşamba

Îmtihan (ên zanîngehê) û werger

Omer, 

Îro îmtihana şerha metnan hebû. Mamoste sê beytên Mela dabûn, gotibû şirove bikin. Komek peyv dabûn, gotibû maneya wan binivîsin. Pirsa dawî jî, gotibû du malikên Mela ji ber binivîsin. Sibê îmtihana edebiyata klasîk, dusibe jî ya berawirkirina zaravayan heye. Vê hefteyê serê min ji vî aliyî ve ne rihet e, loma nameyên xwe bi derengî dixim. Lê ji kerema xwe tu yê li min negirî. Heta sibê, divê Mîrzayê Biçûk bixwînim, ji bo dersa edebiyata zarokan e. Her hefte em berhemeke edebiyata zarokan dixwînin û analîza wan dikin. Ji ber hindê, ez ê vê nameya xwe kurt lêxim. 

Kêfa min jî 'eyn wekî te gelek ji pirsên paragrafa tirkî re tên. Tehma ku min ji wan hildida, min pir zor ji nirxandinên kovar û kitêban hildida. Bi xêra wan haya min ji gelek kesan çêbû. Kitêbên Femê gelekî bi qelîte bûn. Te qala zemanê xwe yê dersxaneyê kiriye, ka ez jî qala wan çaxan bikim. Sala dawî a lîseyê, ez diçûm dersxaneyê jî. Wextê îmtihanên zanîngehê bûn. Sal 2012. Li ser teklîfekê, min dest bi wergera hemû helbestên Cemal Süreya kir. Beriya wê min heft heşt helbestên wî wergerandibûn. Di esasê xwe de teklîf hat kirin ku ez hemû helbestên du camêran wergerînim, jixwe min yek got, ê din jî Ece Ayhan bû. Ev teklîf ji ber wê bûn ku min ev camêr berê wergerandibûn. Belkî bê bîra te, min helbesta Ece Ayhan a bi navê "Meçhul Öğrenci Anıtı" wergerandibû û di Pêngavê de hatibû belavkirin. Wext, sibata 2012an. Lê min Ece Ayhan hiştibû piştre, çimkî min bawer nedikir ku karibim ji bin barê wergera wî derkevim. Min wextê îmtihanan, di 2012an de dest bi wergerandina Süreya kir û di sibata 2014an de dawî li wergerê anî. Ji ber vê wergerê min nekarî amadekariyeke baş bikim bo îmtihanên zanîngehê. Ew him ji min re bûbû karek, him jî maneyek. Jixwe kêfa min jî ji îmtihanan re nedihat, ji dilê min jî nedihat ku zêde bişuxulim. Piştî ku werger xilas bû, min gelek kitêb û gotar li ser Süreya xwendin ku karibim pêşgotineke berfireh jê re binivîsim. Lê him ji ber tembeliya min a nivîsandinê û him jî ji ber bêdengiya xwedanteklîfan, min ew pêşgotin jî nenivîsî. Demeke pir dirêj deng ji xwedanteklîfan derneket, tu carî min jî behs nekir. Lê dû re ez ji wergera xwe dilsar bûm, ne ji ber ku min xirab wergerandibû, ji ber tiştekî din. Loma ez ê tu carî wê nedim çapkirin. Ew tişt ev e: Bi ya min hewce nake di vê dewrê de Cemal Süreya bi kurdî bê çapkirin, dê tiştekî li edebiyata me zêde neke. Belkî li me zêde bike, lê li vê edebiyatê na. Kurdiya helbestan gelek tişt li min û zimanê min zêde kirin, lê gumana min ji aliyên wê yên din hene. Ji bo xatirê derengketina vê nameyê, ez ji te re vê wergera hemû helbestên Cemal Süreya dişînim Omer. Ji roja ku min werger xilas kir heta îro, min destê xwe neda wergerê û ji nû ve neguherand. Ez ê tu carî li wê venegerim û ez ê tu carî ji nû ve wergerê sererast nekim. Ji dilê min nayê, naxwazim. Wek gelek tiştên din ên min kirî, piştî ku min tiştek xilas kir, êdî ji dilê min nayê lê vegerim. Ez li vir im, bila ew jî li cihê xwe bimîne. Ez ji niha ve bibêjim: Ji ber van sedeman, deriyê min ji hemû nirxandin û rexneyên li ser wergerê re girtî ye, hezkî erênî, hezkî neyînî. Ez ji şaşiyên wergerê ne mesûl im, tehemula min ji wergerê re tune ye. Ez nabêjim bixwîne Omer, tenê dixwazim di arşîva te û Birûsk de hebe. Min wextekê gelek ji Süreya hez dikir, niha hez dikim an na, nizanim, encax piştî xwendineke din ez karibim biryara xwe bidim. 

Cemal Süreya - Hemû Helbestên Wî

Ez ji wê rojê ve wergerê nakim Omer, werger min pir diwestîne. Roj hebûn, ez bi qasî saetên memûrekî dixebitîm li ser wergera helbestên Süreya. Heft heşt saet ne kêm e. Yek jî, ji dilê min nayê ji tirkî wergerînim, niha qet naxwazim. Werger pişt bi meriv re nahêle. Ez biçim vê pişta xwe li ser xwendina Mîrzayê Biçûk bikim û meyze kim ka di notên vîzeya edebiyata klasîk de çi hene. 

Bi xatirê te. 

Înanolo